'Bi hevkarî em dikarin riyek nû ji jinên Urdunê re diyar bikin'
Seroka Komeleya Enstîtuya Piştgiriya Jinên Urdunê Nuha Mahrez tekez kir ku tevî destkeftiyan jî pirsgirêk hene û got ku bi riya hevkariyê û xebata komî, dikarin riyeke nû ji bo jinên li Urdunê dijîn diyar bikin.
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Jinên Urdunî di salên dawî de di warê maf û beşdariya civakî û siyasî de pêşketinek berbiçav bidest xistine. Tevî zehmetiyan jî hewldanên jibo xurtkirina statuya wan û piştgirîdayîna serxwebûna di warê curbicur de didomin. Karê kolektîf bingeha avakirina pêşerojek baştir ji bo jinan ava dike û edalet û wekeviyê misoger dike.
Ji bo nirxandina guhertinên herî girîng ên qanûnan ên di berjewendiya jinên Urdunî de û bandora wan a li ser başkirina rewşa wan di civakê de, analîzkirina dijwariyên ku di pêkanîna qanûnan de bi wan rû bi rû dimînin, ajansa me hevpeyvîn bi Seroka Komeleya Enstîtuya Piştgiriya Jinên Urdunê Nuha Mahrez re, kir.
*Rewşa jinên Urdunî yên îro li gorî salên berê çawa ye? Gelo di bidestxistina mafên wan de pêşketin heye, yan hê li heman cihî asê mane?
Em nikarin pêşketina ku jinên Urdunî li gorî salên berê bi dest xistine înkar bikin. Qanûnan pêşketinên erênî dîtine û beşdariya jinan di qada siyasî de bi beşdarbûna mezintir di partiyan, Meclîsa Nûneran û cihên serokatiyê û biryardayînê de gelek zêde bûye. Her wiha piştgiriya ji bo beşdariya aborî ya jinan, kêmkirina cudakariya mûçeyan û guhertinên qanûnî, weke parastina jinan ji tacîzê bi riya guhertinên li Qanûna Kedê û başkirina Qanûna Partiyên Siyasî, zêde dibe.
Destkeftiyek girîng betalkirina madeya 308 bû, bi saya kampanyayên ku ji hêla rêxistinên civaka sivîl û koalîsyonan ve hatine birêvebirin. Vê madeyê jinên ku rastî tecawizê hatibûn neçar kir ku bi kesê tecawizkar re bizewicin. Niha, jin êdî bi zorê nayên zewicandin û tecawizkar jî bi qanûnî tê cezakirin. Tevî van serkeftinan jî hê di nava sîstemê de bi tevahî dijwarî hene. Tevî hebûna pergaleke zagonî ya guhertî ku jinan teşwîq dike gilî bikin, tundiya li dijî jinan hê jî berdewam dike. Pirsgirêkên din jî hene ku bi qanûnên rewşa kesane ve girêdayî ne. Der barê qanûna partiyên siyasî de tevî guhertinên erênî, pratîkên neheq derketin holê. Weke danîna navên jinan li dawiya lîsteyên hilbijartinê.
*Li gorî we gelo qanûnên heyî ji bo piştgiriya mafên jinan têr dikin? Komeleya Piştgiriya Jinên Urdunê çawa beşdarî sererastkirina qanûnên ji bo berjewendiyên jinan bû?
Tevî hebûna zagon û guhertinên qanûnî yên ku sûdê didin jinan li Urdunê, ev hewldan ji bo çareserkirina pirsgirêkên berdewam têrê nakin. Tevî rêjeya bilind a raporkirinê, di bicîhanîna Zagona Parastinê de kêmasî hene. Lê dîsa jî kuştina jinan ji ber şîdeta navmalî berdewam dikin û tê texmînkirin ku salane 23 heta 28 jin tên qetilkirin. Di zagona kedê de jin dema serlêdana kar dikin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin, weke cudakariyê.
Komeleya Piştgiriya Jinan yek ji rêxistinên bê qezenc ên herî girîng li Urdunê ye. Ew 29 sal berê ji hêla komek femînîst, parêzer û akademîsyenên pêşeng ve hat damezrandin. Armanca komeleyê ew e ku xizmetên berfireh pêşkêşî jinên Urdunî bike ku di nav de şêwirmendiya civakî, psîkolojîk û hiqûqî jî hene. Ji bilî hişyarkirin, perwerdekirin û avakirina kapasîteya rêxistinên civakî, komele ji bo avakirina hevpeymanan dixebite da ku qanûnan biguherînin. Dema ku komele nikaribe rasterast alîkariyê peyda bike, jinan bi rêxistinên din ên ku piştgiriyê peyda dikin ve girêdide.
*Destûra Bingehîn a Urdunê wekheviya zayendî di maf û erkên xwe de destnîşan dike lê belê pirsgirêkên çandî û civakî hê jî rê li ber pêkanîna vê wekheviyê digrin. Em çawa dikarin ji bo bidestxistina wekheviya zayendî , astengiyên çandî û civakî derbas bikin?
Di derbaskirina van astengiyan de jin xwedî roleke girîng in. Ev bi avakirina baweriya wan bi xwe û xurtkirina rolên wan di jiyana civakî û siyasî de dest pê dike. Ew dikarin bi awayekî çalak beşdarî rêxistinên civaka sivîl bibin û beşdarî bernameyên hişyariyê bibin da ku hişyariya li ser maf û statuya xwe zêde bikin. Her çendî jinan astên bilind ên perwerdeyê de bi dest xistine jî gelek jin ji girtina biryarê dûr dikevin. Pêwist e jin girîngiya rola xwe di avakirina civaka xwe de bizanibin, ji ber ku ew nîvê civakê temsîl dikin.
*Çalakvan û femînîst sala 2024'an weke qonaxeke girîng di bihêzkirina jinên Urdunî de dibînin, ji ber ku welat temsîliyeta jinan li Meclisa Nûneran ji sedî 19.6 dît ku ev rêjeya herî bilind e di dîroka parlamentoya Urdunî de. Bi nêrîna te, çi faktor bûn sedema hatina 27 jinan ji bo Meclisa Nûneran? Ma rêjeya ku jin dixwazin bigihîjinê ev e?
27 jin ketin lîsteyên giştî û herêmî, ev encama sererastkirina zagonê û kotaya jinan bû lê balkêş bû ku hejmara jinên di lîsteyên vekirî de bi ser ketin ne zêde bû. Ev hatina jinan ji bo Meclîsa Nûneran bi saya dijwarî, hewldan, perwerde û hişyarkirinê pêk hat. Divê jinên ku gihîştine parlamentoyê xwedî şiyan û jêhatîbûn bûn, bikaribin bikevin pêşbaziyan. Ev rêje li gorî demên berê bilind tê hesibandin, ji ber ku jin ber qet negihîştibûn vê hejmarê. Ev destkeftî ji ber rêjeya partiyên ku lîsteyên namzedên xwe pêşkêş dikin e.
*Gelo jinan di guhertina qanûnan de rolek lîst?
Jinan di nav saziyên civaka sivîl de di piştgirîkirina jinan û pêşxistina beşdariya wan de roleke girîng lîstine. Ev yek Rêxistina Modernîzasyona Siyasî jî di nav xwe de digire. Van saziyan rêjeyek bilind a çalakiyan ji hêla çalakvanên mafên mirovan ên ji aliyê jin û pisporên hiqûqî ve hatine birêvebirin ku beşdarî pêşxistina pergalek li ser bingeha pêşniyarên zelal bûne.
*Meclîsa Nûneran vê dawiyê civînek zagonî li dar xist da ku li ser biryara komîteya hevbeş ku tê de pêşnûmeya qanûna damezrandina Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinan a Urdunê ji bo sala 2024'an jî heye, nîqaş bike. Girîngiya vê pêşnûmeyê ji bo jinan çi ye û ew çawa dikare beşdarî parastina mafên wan û baştirkirina statuya wan bibe?
Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinan li Urdunê saziya hevrêzkirina sereke ya karûbarên jinan e. Ew ji bo ku rêxistinên civaka sivîl bîne cem hev dixebite. Hewl dide wan di ware biryargirtina neteweyî ya têkildarî jinan de beşdar bike. Komîsyon di sala 1992'an de bi biryara îdarî hat damezirandin. Lê belê ev biryar bi xetereya guhertina wezîran, hikûmet, an jî arasteyên wan re rûbirû ye. Ev jî dikare bibe sedema windakirina statuyê û bandora komîsyonê. Ji ber vê yekê, pêwist e zagonek hebe ku karê Komîteya Neteweyî ya Karûbarên Jinan saz bike û domdariya wê zêde bike. Komîteyê, bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl û komîteyên hevrêzkirinê, di piştgiriya pirsgirêkên jinan de roleke girîng lîst. Ew beşdarî nîqaşkirina mijarên sereke bû, banga çareserkirina pirsgirêkên ku jin bi wan re rûbirû dimînin kir.
*Nêrîna we ji bo pêşeroja jinên Urdunî çi ye? Ji bo ku jinên ciwan astengiyan derbas bikin û pêşketinek mezintir bi dest bixin, hûn çi şîret û pêşniyaran li wan dikin?
Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku li pêş serxwebûna jinan dibin asteng dixebitin. Di heman demê de rola wan di warê aborî û siyasî de xurt dikin. Her wiha em hewl didin çanda neyînî ya civakê ku têgînên li ser kêmasiya jinan didomîne, bi taybetî yên ku bandorê li ser şiyana wan a serxwebûnê dikin biguherînin. Ev xebat çavdêriya dozên tundiya li dijî jinan bi hemû awayên wê, çi tundiya navmalî be, çi jî tacîza li cihên giştî be ji bîr nake.
Bidestxistina van armancan hewldanên hevbeş ji saziyên civaka sivîl û Encumena Zagondnînê hewce dike. Her wiha beşdarbûna mêran di proje û însiyatîfan de girîng e da ku ew bikaribin bibin beşek ji çareseriyê. Armanca hevkariya di navbera hemûyan de avakirina malbat, civak û dewletê li ser bingehên saxlem û dadperwertir e.